Gava pîrozbahiya rojbûnê tê gotin, ewilî pastayeke xemilandî û mum tên bîra mirov. Lê vê carê ew pasta ji bo hespekî hat birîn.
Ji bo Kelebek klama rojbûnê gotin û pasteyek birîn. Li gundê Ixdirê yê bi ser Karsê ve pîrozbahiyeke balkêş hebû.
Pastaya rojbûnê, xwarin û vexwarinên ji hev xweşiktir...
Hemû ji bo hespê bi navê Kelebek hatibûn hazirkirin.
Xwediyê hesp Dursun Koç ji Kelebekê ku bû 3 salî gelek hez dike û li ber çavên wî ferqa Kelebek û zarokên wî tune ye.