Yağmur İşözüya 10 salî ji ber karantînaya dê û bavê xwe, li malê asê ma. Şaredariya Adıyamanê rojbûna keçika astengdar ji bîr nekir. Bi pasta û diyariya hat ber balkonê û rojbûna keçikê pîroz kir.
Yağmura 10 salî bi dê û bavê xwe re di karantînayê de bû.
Şaredarê bajêr Süleyman Kılınç, bi xebatkarên şaredariyê re hatin ber mala keçikê.
Rojbûna Yağmura 10 salî bi pasta û diyariyan pîroz kirin.
Malbata keçika astengdar ji bo surprîza şaredariyê kêfxweş bûn.
Bavê Keçika Astengdar Arif İşözü got, ‘’Şaredarê bajar hat mala me, bi keçika me re eleqedar bû, ji keça me re pasta û diyarî anîn. Mala wan ava be.”