Li Erzirom Qers û Erdexanê mij û hewaya sar li ser jiyana rojane bi tesîr in.
Li Erziromê ji ber hewaya sar kuçe û kolanan cemed girt.
Sivêrnekên avahiyan şembelîk girtin û şadirwanên mizgeftan jî cemed girtin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî rê û peyarêyan cemed girt û qeşayê avêt dar û deviyan.
Por û birûyên welatiyên serê sibehê ji malê derketin û diçûn karên xwe jî xuşik girtin.
Li herêma Çemê Kurayê jî mij heye.
- Qers
Li Qersê ji ber hewaya sar jiyana rojane bi zor û zehmet derbas dibe.
Camên wesayîtên li bajêr cemed girtin û darên li gundê Aniyê jî qeşa girtin.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber hewaya sar bi sivêrnekên xaniyan û daran va şembelîk çêbûn.
Hin welatiyan ji bo camên wesayîtên wan cemed negirin betanî û xalî avêtin ser wesayîtên xwe.
- Agirî
Li Agiriyê jî ji ber hewaya sar rûyê çeman cemed girt.
Li bajêr ji ber mija zêde şofêran zehmetî kişand.
Camên kargeh, mal û wesayîtan cemed girt û welatiyan betanî û xalî avêtin ser wesayîtên xwe.
Ji esnafan Mesut Bolek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di rojên dawîn da li bajêr serma zêde ye û wiha domand: "Ez ji serê sibehê va bi camên cemed girtine ra mijûl im. Di vê hewayê da Xwedê alîkarê bêkesan be."AA