Rojnameger nehatin jibîrkirin

Li seranserê welêt ji bo rojnamegeran merasîm hatin lidarxistin.

Rojnameger nehatin jibîrkirin

Li Cîhanê 10ê Çileyê wek roja rojnamegeran tê qebûlkirin. Ji bona vê rojê li seranserê welêt merasîm hatin lidarxistin. Li Batman û Mardinê rojnameger hatin ba hev û rojnamgerên serkeftî xelat wergirtin.

Li Batmanê Komeleya Rojnamevan û Weşangeran a Mezopotamyayê ji bona Roja Rojnamevanan merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de endamên komeleyê û rojnamegerên bajêr hatin ba hev û rojnamevanên serkeftî xelat wergirtin.

Li Mardinê jî ji bo roja rojnamevanan bernameyek hat lidarxistin.

Waliyê Mardinê Mustafa Yaman di taştiyê de bi rojnemegeran re hat ba hev.

Walitiyê ji bona vê rojê xelat amadekirin û pêşkeşî rojnamegeran kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE