Roviyên birçî hatin nav gund

Gundî ji bo heywan birçî nemînin xwarinê li çolê datînin

Roviyên birçî hatin nav gund

Zivistan hêdî hedî diqede, lê hêj jî li hin cihan berf heye. Li Mûşê roviyên birçî tên nav gundan û êrîşî axuran dikin. Mirîşk, elok û qaz çi were ber wan dixwin…

Bi hatina biharê re dinya hêdî hêdî germ dibe…

Lê li Mûşê hêj jî berf li erdê ye.

Gur û rovî, ji birçîna tên nav gundan û êrîşî axuran dikin.

Elok, şamî, mirîşk û qaz… keysa wan li çi bê dixwin.

Ne tenê bi şev, ro li nîvro jî di nav gund de digerin.

Li ser vê gundîyan li hev kir, ji bo rovî birçî nemînin xwarinê li çolê datînin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE