Rutha Nîjeryayî li Gazîentabê fêrî çêkirina xwarinên Tirkan dibe

Ruthê hinek lêkolîn kir û çû Navenda Perwerdeya Hunerên Mitbaxê (MUSEM) ya di bin banê Şaredariya Mezin a Gazîentabê da perwerdeyê dide.

Rutha Nîjeryayî li Gazîentabê fêrî çêkirina xwarinên Tirkan dibe

Abosede Rutha Nîjeryayî ya ji bo perwerdeya zanîngehê hatiye Tirkiyeyê û paşê biryar daye ku bibe aşpêz li Gazîentabê fêrî xwarinên Tirkan dibe.

Rutha 25 salî qasî 4 sal berê ji Nîjeryayê hat Bursayê ku li zanîngehê di beşa teknolojiya şîr û berhemên şîr da perwerdeyê bibîne.

Ruthê xwarinên Tirkan gelekî hez kir û hêdî hêdî dest bi çêkirina van xwarinan kir û paşê biryar da ku bibe aşpêz.

Ruthê hinek lêkolîn kir û çû Navenda Perwerdeya Hunerên Mitbaxê (MUSEM) ya di bin banê Şaredariya Mezin a Gazîentabê da perwerdeyê dide.

Ruth 4 meh e li MUSEMê perwerdeyê dibîne ku xwarinên Tirkan çêbike.

Perwerdeya Ruthê wê 8 mehan dewam bike û ew ê 8 mehan jî stajê bike.

"Ez dixwazim bibim şefekî navdar"

Ruthê ji nûçegihanê AAyê ra got ew Tirkiyeyê wek welatê xwe yê duyemîn hez dike, fêrî gelek xwarinan bûye û wiha axivî: "Ez dixwazim bibim şefeke mezin û li Kanadayê xwaringehekê vekim. Ez ê tiştên ku ez li vir fêr bûme li wir çêbikim û bifroşim. Ez ê xwarinên Tirkan bidim nasandin. Ez çêkirina dolme, kebab, maqerne, birinc û kebaba balîcanê reş hez dikim. Ev der pir xweş e, ez hevalên xwe û mamosteyên xwe pir hez dikim. Dema ez xwarinê çêdikim gelekî kêfxweş dibim."

Şaredara Şaredariya Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn jî got ew şefên dahatûyê perwerde dikin û wiha axivî: "Qîza me ya Nîjeryayî li vir perwerdeyê dibîne. Em xwarinên me fêrî wê dikin. Pir kêfxweş dibe, zû hîn dibe. Ew bi hevalên xwe ra jî bû xwîşk û bira."

 "Ewê fêrî çêkirina 500 cure xwrarinan bibe"

Şef Cengîz Ozkan jî got Ruth her çiqas zimanê Tirkî kêm bizanibe jî çêkirina xwarinan zû hîn dibe û wiha axivî: "Ewil bi tenê kebab û donerê dizanibû, lê niha hema hema hemû xwarinên herêmî çêdike. Înşallah dema perwerde qediya ew ê fêrî çêkirina 500 cure xwarinan bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE