Rêwiyên Ekspresa Rojhilatê li ser Gola Çildirê li xizanga hespa siwar bûn

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya Rêhesina Tirkiyeyê dîsa seferên xwe da destpêkirin û rêwiyên trênê Wargeha Aniyê û Gola Çildirê ziyaret kirin.

Rêwiyên Ekspresa Rojhilatê li ser Gola Çildirê li xizanga hespa siwar bûn

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) navber dabû seferên xwe û ji nû va seferên xwe da destpêkirin. Rêwiyên trênê li ser Gola Çildirê ya qismekî wê cemidiye li xizanga hespa siwar bûn û geriyan.

Ekspresa Rojhilatê ya Turîstîk ya Rêhesina Tirkiyeyê dîsa seferên xwe da destpêkirin û rêwiyên trênê Wargeha Aniyê û Gola Çildirê ziyaret kirin.

Kesên tên Qersê dixwazin li Gola Çildirê ku gola herî mezin a duduyan ya Rojhilatê Anadoluyê bigerin.

Zivistanê rûyê golê bi tevahî dicemide û ligel sir û seqemê ziyaretvan tên li ser golê digerin û li xizangê siwar dibin.

Yaren Algula ji Îzmirê hat Qersê got piştî rêwîtiyeke mîna çîrokan gihîştin Qersê û wiha axivî: "Em Ekspresa Rojhilatê ya populer va hatin Qersê, em gelekî kêfxweş bûn. Rêwîtiya me baş derbas bû. Vira li gor Îzmirê zehf sar e. Ev cara ewil e ku em li ser qeşayê dimeşin. Em hinekî şiqitîn lê hîn bûn. Dibê her kes vê derê bibîne."

Meral Bakira li Gola Çildirê li xizanga hespa siwar bû jî got Qers gelekî ecibandin û wiha pê da çû: "Em bi trênê hatin, li ciyên gerê digerin. Hewa zehf sar e lê Gola Çildirê zehf xweş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE