Rêwîtiya bitrênê

Li Muşê gelek welatî him ji ber erzaniyê him jî ji ber ku ne talûke ye li trênê siwar dibin

Rêwîtiya bitrênê

Li Mûşê, ji ber hewaya nexweş gelek welatî ji bo rêwîtiyê berê xwe didin trênan. mirov dibêjin ku trên him erzan e, him jî talûkeya qezayê gelek kêm e. ji ber vê yekê jî zivistanan gelek kes rêwîtiya bi trênê tercih dikin. 

Li herêma Mûşê welatî bi wesaîdên xwe, bi otobus û trênê rêwîtiya xwe dikin. 

Ji ber hewaya nexweş rêwîtiya bi wesaîtên şexsî û otobusan bi talûke bû. 

Ji ber vê yekê jî welatî him ji ber ku erzan e, him jî ji ber ku talûkeya wê kêm e, li trênê siwar dibin.  

Xeta Ekpresa Wanê di Mûşê re derbas dibe û ev yek jî gelek bi kêrî welatiyan tê. 

Bilêtên trênê jî ji 21 lîreyan dest pê dikin, heta 76 lîreyan zêde dibin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE