Bêrîvanên li şaxa Wanê, şeveqê radibin, tevî barên xwe li hêştiran siwar dibin û ji bo pez bidoşın berê xwe didin zozanan, diçin bêriyê. Va ye niha ew rêwîtiya berîvanan tê ser ekranê.
Berbanga sibehê radibin.. li hêştiran siwar dibin, di nav gelî û zinaran de dikevin rêwîtiyeke zor û zehmet.
Ev dîmên ji rêwîtiya Berîvanên Şaxa Wanê ne. Bêrîvan ji bo debara mala xwe bikin her roj 3 seat rê diçin...
Li zozanan diçin bêriyê û pezê xwe didoşin.
Berîvan piştî ku pezê xwe didoşin şîrê xwe dikin nav bîdonan û li hêştiran bar dikin û vedigerin malên xwe.
Berîvan Şerîfa Sarban jî behsa zor û zehmetiya rê û berîvaniyê dike.