Hewa sar bû û rêwitiya koçeran jî dest pê kir. Koçeran ji bajarên sar berê xwe da herêmên germ. Ev rêwîtiya koçeran nêzî 3 mehan dewam dike.
Mî, bizin, kar û berx…
Şivanên li derdora keriyên pêz….
Ne dibêjin çiya û newal ne jî dibêjin gir û kortal…
Bi mehan li ser riyan dimînin û li gorî demsalê cihên xwe diguherînin.
Êdî hewa sar bû, sir û serma hat…
Bi vê yekê re rêwitiya koçeran jî dest pê kir.
Koçer ji herêmên sar berê xwe didin heremên germ.
Ev rêwitiya dijwar a koçeran nêzî 3 mehan dewam dike.