Rêwîtiya koçerên li zozanan dewam dike

Rêwîtiya koçerên li zozanan dewam dike

Koçerên havînê heywanên xwe li zozanên Erzirom û Bîngolê diçêrînin bi hatina sermayê ra berî xwe didin Şanliurfa û Diyarbekirê.

Malbatên jiyana wan li pey bira pêz derbas dibin ji bo ji heywanên xwe ra çêreyê bibînin her sal li gor demsalan cî diguherînin.

Koçerên biharê ji Herêma Başûrê Rojhilatê Andoluyê derdikevin rêwîtiyeke dirêj qasî 5 mehan li zozanan dimînin û bi destpêkirina sermayê va dîsa vedigerin.

Koçerên amadehiyên xwe temam kirin dest bi dagêrê kir.

Koçerên heywanên xwe ji rêya eşkere kirine ra ber bi herêmên germ dibin li herêmên çêre û ava wan hene pezê xwe didin mexel û dîsa rêwîtiya xwe didomînin.

Koçerên ligel dijwariyan û gur û hirçan rêwîtiyê didomînin bi kîlomêtroya rê dimeşin.

Koçerên ji bo zivistanê li Diyarbekir û Şanliurfayê derbas bikin rêwîtiyê dikin gihîştin Paloya navçeya Elezîzê.

- Di 43 rojan da gihîştin Paloyê

Haci Musa Îpekliyê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku havîna xwe li zozanan derbas kirin û ji bo vegerin Siwêregê derketin rêwîtiyê.

Îpeklî got hişkahî zorê da koçeran û wiha pê da çû: "Gelek heywanên me mirar bûn. Guran jî li gelek heywanan xist. Em 43 roj e li ser rêyan e. Rêya me ya 15 rojan jî hê heye."

Baran Arslan jî diyar kir ku ji Erziromê derketin rê da ku herin Çêrmîka navçeya Diyarbekirê.

Arslan destnîşan kir ku 40 roj e di rê da ne û rêwîtî bi zihmetî dewam dike.

Yilmaz Duyu jî got ku ji Karliovaya navçeya Bîngolê derketin rê ku herin Erxeniya navçeya Diyarbekirê û bi salan e karê kal û bavan didomîne.

Duyu got ku rêwîtî gelekî bi zihmet e û wiha axivî: "40 roj e em di rê da ne. Guran li 4-5 heywanên me xist. Ji ber hişkahiyê karê me gelekî dijwar bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE