Rêwîtiya masîkefalan a ji Gola Wanê ber bi avên şirîn didome

Rêwîtiya masîkefalan a ji Gola Wanê ber bi avên şirîn didome

 Li Erdîşa navçeya Wanê piştî serdema girtîna bi temamî ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li ciyên ku mirov dikare li koça masîkefalan temaşe bike, qelebalixî çêbû.

Koça dijwar a masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da berevajiyî herka avê ajne dikin û koçî avên şirîn dikin, didome.

Masîkefalan ku di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da nêçîra wan qedexe ye, ji bo domandina nesla xwe berevajiyî herka avê ajne dikin. Di vê ajneya berevajî da dîmenên rengîn derdikevin holê.

Li benda masiyan a ku piştî sînordarkirina bi temamî ya Kovîd-19ê hat vekirin, qelebalixî çêbû.

Li navçeya Erdîşê welatiyan, koça bi hezaran masiyan temaşe kir.

Wênehezên ku hatin benda masiyan, wêneyên têkoşîna masiyan kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE