Êdî payîz diqede û zivistan li ber derî ye. Li cihên bilind hewa sar bû û berf tê. Şivanan berê pezên xwe ji zozanan dan deştan. Niha jî wê ew dîmenên rengîn bên ser ekranê.
Zivistan hat û demsala zozanan qediya. Li Çiyayê Agiriyê jî biroj li jorê tav heye, bişev hewa pir dicemide. Di ser de berfê jî lê kir.
Ji ber serma û berfê, şivanan ji çiya û zozanan berê pezên xwe dan deşt û cihên nizm.Pezên xwe tînin cihên bi çêre û av.
Şivan her sal van çaxan vedigerin û di biharê de dîsa berê xwe didin zozanan.