Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêya 914 wargena piştî barîna berfê dîsa ji çûyîn û hatinê ra hat vekirin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku bi 250 wesayît û 650 xwersonelî va xebatên vekirina rê didomînin.
Hat gotin ku di vê hefteya dawîn da rêya 294 taxan ji berf û bagerê hat giritn ji wan rêya 289 wargehan hat vekirin.
Hat destnîşankirin ku ji bo vekirina rêya taxek û gomeke Başqeleyê, taxeke Çataxê, 2 gomên Gurpinarê jî xebat dewam dikin.
Hekarî
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, hefteya çûyî ji ber berfê rêya 325 gund û goman hat girtin, piştî xebatên ekîban rêyên girtî hatin vekirin.
Ekîb ji bo firehkirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
Mûş
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, rêya 111 gundan piştî verfê dîsa hat vekirin.
Hat gotin ku ji bo welatî mexdûr nebin rêyên tên girtin demildest tên vekirin û xebatên firehkirina rêyan dewam dikin.
Bidlîs
Li Bidlîsê ji ber berf ê û bagerê rêya 191 gundî hat girtin ji wan rêya 189 gundan hat vekirin.
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a bajêr hatin sitandin, ekîbên paqijkirina berfê guh nedan şev û rojê xebatên xwe domandin.
Hat diyarkirin ku ji bo vekriina rêya 2 gundan jî xebat dewam dikin.AA