Li gundê sadayê yê Mardinê gelek malbat, ji kizwanan sabûnan çêdikin. Malbat bi sedan sal in ku bi rê û rêbazên xwezayî sabûnên organîk çêdikin.
Li Mardinê bi sedan sal in ku gelek malbat bi kizwanan sabûnên organîk çêdikin.
Gundî havînan, kizwanan berhev dikin û tînin mal.
Pişt re kizwanan bi qasî hefteyekê li ber tavê hişk dikin.
Kizwan di makîneyê de tên hûrkirin. Paşê rûnê kizwanê dixin nav avê û dikelînin.
Pişt re jî dixin nav qaliban û sabûn amade dibe. Sabûn ji bo gelek nexweşiyan derman e.
Sabûnên ku hatine çêkirin him li nav bajêr tên firotin him jî tên şandin gelek bajaran.