Piştî şewba vîrûsê bikaranîna kolonya, dezenfektan û mamelzemeyên paqijiyê zêde bû. Sabûn û sabûna kizwanan jî ji wan yek e. Li Siirtê malbatek ji bo sîparîşên sabûna kizwanan bigihîne bê navber dixebite.
Li Siirtê sabûna kizwanan li gor berê zêdetir tê çêkirin û firotin.
Lewra ji ber şewba koronayê daxwaza ji bo sabûna kizwanan zêdetir bû.
Sabûna kizwanan beriya niha çaxê payizê dihate çêdikirin. Lê ji bervîrûsa koronayê û li ser siparîşan îsal ji niha ve dest pê kiriye.
Him sabûn him jî şampûana kizwanan bi ked û xîreteke mezin tê çêkirin.
Sabûna kezwanan him li welêt him jî li derveyî welêt tê firotin.