Sabûna malê ya Idlîbê

Jinên bajaroka Meret Mesrînê ya Idlîbê li malê sabûnê çêdikin û difiroşin.

Sabûna malê ya Idlîbê

Li bajaroka Meret Mesrînê ya Idlîba Sûrıyê, jinên mexdûr û ji ber şer koçber bûne, bi hev re sabûnê çêdikin. Jinên bajarokê bi vê xebata xwe pereyan kar dikin û debara mala xwe dikin.

Dest dan hevdû û bi hev re dixebitin. Hin dikelînin, hin jî li erdê radixin û sar dikin.

Ev dîmen ji bajaroka Meret Mesrînê ya Idlîba bajarê Sûriyê ne.

Jinên bajarokê beşeke mala xwe kirine wek fabrîqeyekê û tê de sabûnê çêdikin.

Sabûnên malê pêşî li kesên li taxê dihatin belavkirin, lê niha sabûnên wan diçin heya navçe û bajarên din jî.

Tê gotin ku malek di rojekê de nêzî 30 kîlo sabûnê çêdike.

Jinên kedkar û xebatkar bi vê xebata xwe pereyan kar dikin û debara mala xwe dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE