Navenda Perwerdeya Gel a Midyatê ji bo jinan kursa çêkirina sabûnan da vekirin. Gelek jinên Suriyeyî û Midyatî li kursê hînî çêkirina sabûnên mîs ên fêkiyan dibin.
Navenda Perwerdeya Gel û Kızılayê li Midyatê ji bo jinan projeya "Bernameya Xurtkirina Çavkaniyên Debarê" da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de jinên Sûriyî û Mîdyadî li navendê tevlî kursan dibin.
Ji van kursan yek jî ya sabûnên ji fêkiyan e.
Çanda sabûnên bêhnxweş ku ji heyama Osmaniyan heya niha hatiye ji bo jinan dibe zineat û pîşe.
Xanimên ku çêkirina sabûnan hîn dibin, bi vî karî pere jî qezanc dikin.