Guherîna demsalan, gelek caran tesîrên neyînî li canê mirov dike. Hin candekan qalik jê radibe, hinek jî alerjî dibin. Lê sabûnên ku li Mêrdînê tên çêkirin, rê li ber van nexweşiyan digrin…
Li Mêrdînê welatî dibêjin ku sabûnên malan, nahêlin reaksiyona demsalî di canê meriv de çêbe.
Ango dema guherîna demsalan, laş bi xêra van sabûnên xwezayî xira nbae.
Ji bo vê feydeyê jî Mêrdînî xwe bi sabûnên malan dişon.
Sabûnên ku bi destan hatine çêkirin bi temamî organîk in.
Bi taybetî porê ziwabûyî bi sabûnên organîk nermtir dibe.