Sadirên zebeşên pêşbaziyê

Şaredariyê desteka sadirên zebeşan da cotkaran.

Sadirên zebeşên pêşbaziyê

Diyarbekir bi zebeşên xwe yên qerase bûye marqeyek navdar. Şaredariya Diyarbekirê 5 hezar sadirên zebeşên dewasa dan cotkaran da ku ev cûre wenda nebe. Cotkar jî dixwazin ew cûre zebeş ji neslên din re jî bimîne. Her weha her sal di mehên payîzê de li Diyarbekirê mihricana zebeşan jî tê lidarxistin.

Zebeşên Diyarbekirê bi mezinbûna xwe bi navûdeng in û her sal festîvala wan tê lidarxistin.

Sadir an jî şitlên wan zebeşên meşhûr li Navenda Lêkolînên Çandiniyê tên çandin û parastin.

Li Diyarbekirê Şaredarî, Midûriyeta Çandinî û Navenda Lêkolînên Çandiniyê desteka sadiran da cotkarên herêmê.

Li 29 cotkarên ku zebeşan datînin, nêzî 5 hezar sadir hatin belavkirin

Cotkar jî dixwazin ev cûre zebeş wenda nebe û ji neslên dinê re jî bimîne.

Di mehên payîzê de jî dê festîfala van zebeşên gir û giran were lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE