Her sal 5ê Hezîranê wek “Roja Hawîrdorê” tê pîrozkirin.
Midûriyeta Hawîrdor û Bajarvaniyê ya Bilîsê jî di çarçoveya vê rojê de ji bo xwendekaran şahiya bafirokan li dar xist.
Ji navçeyê bi qasî 400 xwendekar tevî mamoste û malbatên xwe beşdarî şahiyê bûn û bafirokên xwe firandin.
Midûrê Hawîrdor û Bajarvaniyê yê Bitlisê Hüseyin Aras dibêje: “Me xwest em balê bikişînin ser girîngiya parastina hawîrdorê.”