Li gundê Îkîztepeyê yê Batmanê bi piştgiriya midûriya çandiniyê ya bajêr li ser 150 donim erdî bi usûla dilopberdanê sebze hatibû çandin. Niha jî dema çinîna van sebzeyan e.
Îsot, firîngî, balcan, xiyar û kundir…
Li gundê Îkîztepeya bi ser Batmanê, bi piştgiriya Midûriyeta Çandiniyê ya bajêr li ser 150 donim erdî bi usûla dilopberdanê bîstan hatibû çandin.
Bi beşdariya Waliyê bajêr, Midûrê Çandiniyê û gelek rayedaran, şahiya çinîna sebzeyan hat lidarxistin.
Cotkar dibêjin, bi vê sîstemê me ji sebzeyan berekî baş rakir.
Bi saya vê sîstemê gelek kes jî li ser vî erdî dixebitin û debara mala xwe dikin.