Şahiya xwendekaran

Xwendekaran bi stranên xwe dilê mêvanan xweş kir...

Şahiya xwendekaran

Li Sêrtê, xwendekarên wargeha Emîne Erdoganê hunerên xwe û berhemên ku di kursan de çêkirin pêşkêş kirin.

Li Sêrtê xwendekarên keçik ên ku di wargeha Emîne Erdoganê de dimînin şahiyeke taybet li dar xistin.

Keçikan hunerên ku di kursên wargehê de hîn bûn pêşkêş kirin…

Hin ji wanan li gîtar û tembûrê da, hin ji wan jî li erbanê….

Xwendekarên ku çûne kursên resm û hunerên destan jî pêşaneyek vekirin.

Herî zêde jî strana ku bi zimanê-destan stirîn hat ecibandin…

Dîroka nûkirinê: 25 Nîsan 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE