Şahiya zarokên gundan a betlaneya nîvê salê: xiştana bi xizekê

Li navçeya Tuzlucayê, zarokên ku li gundê Nahirkiranê dijîn, derdikevin ciyên bilind û bi xizekên dar ku bi derfetên xwe çêkirine, xwe dişiqitînin.

Şahiya zarokên gundan a betlaneya nîvê salê: xiştana bi xizekê

Li Igdirê zarokên ku keysa xwe li barîna berfê anîn, di betlaneya nîvê salê da rahêştin xizekên xwe û bi xiştanê va wextê xwe xweş derbas dikin.

Li navçeya Tuzlucayê, zarokên ku li gundê Nahirkiranê dijîn, derdikevin ciyên bilind û bi xizekên dar ku bi derfetên xwe çêkirine, xwe dişiqitînin.

Zarokên ku di bin barîna berfê da bi xizekan xwe şiqitandin, dîmenên xweşik derixstin holê.

Herwiha carinan mezin jî beşdarî kêf û şahiya zarokan dibin ku yên dibînin kenê wan pê tê.

Ji zarokan Cebraîl Baldiz di daxuyaniya xwe ya ku da û diyar kir ku ew di betlaneya nîvê salê da bi xizekê xwe dişiqitîne û wiha got, "Li bajaran zarok derdikevin betlaneyê, lê li gundan jî em û hevalên xwe, em bi xizekên ku me bi derfetên xwe çêkirine, xwe dişiqitînin û kêf û şahî dikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE