Îsal bihar zû hat Yüksekovayê

Xwediyên pez ji niha ve pezê xwe dibin mêrgan û diçêrînin

Îsal bihar zû hat Yüksekovayê

Îsal bihar zû hat Yüksekovayê. Dar û devî erd û zevî şîn dibin. Xwediyên heywanan ji niha ve pezê xwe dibin mêrgên navçeyê û diçêrînin.

Mêrgên şîn û xweş û kêriyên li serê diçêrin.

Berfa li zozanên Yüksekovayê heliya û dinya xweş bû. Çol û çiya mêrg û zozan her der şîn dibe.

Kesên pez xwedî dikin hêj vêga kêriyên xwe dibin mêrgên navçeyê û diçêrînin.

Yüksekovayî dibêjin îsal bihara me zû hat û hewa gelek xweş e.

Xwediyên pez li ber îxtîmala sermayê pezê xwe zêde dûr nabin û li cihên nêzî mala xwe diçêrînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE