Salonên taybet ên ji bo astengdaran

Li Midyatê MEBê ji bo zarokên astengdar salonên spor û entegrasyonê vekirin 

Salonên taybet ên ji bo astengdaran

Li Midyada Mêrdînê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo zarokên astengdar salonên spor û entegrasyonê vekirin. bi xêra van salonan wê êdî astengdar karibin rehettir sporê bikin û tevlî pêvajoya perwerdeya taybet bibin. 

Perwerdeya Neteweyî ji bo astengdaran xebatên taybet dike. 

Herî dawî li Midyada Mêrdînê xebatek kir. 

Wezaretê ji bo astengdaran salonên fîzyoterapî, ergoterapî û entegrasyonê vekirin. 

Qeymeqam û rêvebirên navçeyê beşdarî merasîma vekirinê bûn. 

Zarokên astengdar li van salonan wê him bi rehetî ji xwe re sporê bikin, him jî wê beşdarî dersên perwerdeya taybet bibin. 

Malbatên zarokên astengdar ji vebûna salonan kêfxweş in. 

Rayedarên navçeyê ji malbatên astengdaran dixwazin ku zarokên xwe bînin van salonan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE