Bajarê Samsata Semsûrê pêşî ji ber bendava Atatürkê birin devereke din, dû re ji ber erdhejan xisareke mezin gihîşt navçeyê. ji ber vê yekê jî bajar niha bi temamî tê nûkirin.
Bajarê Samsata Semsûrê ji serî heta binî tê nûkirin.
Niha jî xebatên çêkirinê dewam dikin.
Li navçeyê ji aliyê dewletê ve heta niha ji bo gel gelek xanî û saziyên dewletê hatine avakirin.
Xaniyên li hin gundan jî ji nû ve tên çêkirin.
Samsatî ji ber xebatên nûkirina navçeyê gelek kêfxweş in.
Samsata berê di heyama Qraliyeta Komageneyê de paytext bû û li cihê nû jî gelek berhemên wê heyamê hene.