Şaîrê Şanliurfayî li ser tedawiya vîrûsa koronayê helbestek nivîsî

Kendirciyê 55 salî li Suruça Şanliurfayê bi tamîra makîneyên dirûnê debara xwe dike.

Şaîrê Şanliurfayî li ser tedawiya vîrûsa koronayê helbestek nivîsî

Helbestvan sait kendirci li Suruça Şanliurfayê dijî û bi tamîra makîneyên dirûnê debara xwe dike. Şaîr Kendirci bi vîrûsa koronayê ket û li nexweşxaneyê tedawî bû. Li ser nexweşiya koronayê jî helbestek nivîsî.

Sait Kendirciyê 55 salî li Suruça Şanliurfayê bi tamîra makîneyên dirûnê debara xwe dike.

Digel tamîrê helbestan jî dinivîse. Di sala 2014an de bi navê “wextê şeveqê” pirtûkek derxist.

Şaîr Kendirci jî bi vîrûsa koronayê ket û li Nexweşxaneya Dewletê ya Suruçê tedawî bû.

Helbestvanê Suruçî li ser nexweşî û tedawiyê helbestek nivîsî. Di helbesta xwe de behsa doxtor, hemşîre û xizmeta nexweşxaneyê dike.

Helbestvan Kendirci dibêje tedawiya li nexeşxaneyê pir zehmet e. Bila welatiyên me li gorî tevdîran hereket bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE