Şaredar bû ajokarê otobusê

Xwendekar û mamosteyan di otobusê de pirtûk xwendin.

Şaredar bû ajokarê otobusê

Şaredarê Ağrıyê Savcı Sayan otobusa nav bajêr ajot; rêwiyên otobusê xwendekar û mamoste bûn. Xwendekaran di rê de pirtûk xwendin. Bi vê yekê Sayan dixwaze ku hessasiyeta ji bo pirtûkxwendinê çêbe.

Mudiriyeta Perwerdeyê ya Ağrıyê projeya bi navê “Zarok dixwînin şitil geş dibin” da destpêkirin.

Ev çalakiyeke cuda bû. Mudiriyeta perwerdeyê xwest ku vê pirojeyê bi rêwîtiyê pêk bîne.

Şaredarê Ağrıyê Savcı Sayan ket dewrê.

Sayan bû ajokarê otobusê û xwendekar û mamoste bûn rêwî.

Di geşt û gera nav bajêr de, xwendekaran di otobusê de pirtûk xwendin.

Sayan destnîşankir ku ew dixwazin hessasiyeta ji bo xwendinê li bajêr zêdetir be.

Tê payîn ku ev proje mayînde be.

Bi vê projeyê tê hêvîkirin ku di nav 3 mehan de 340 hezar pirtûk bên xwendin û ligel vê yekê 60 hezar şitlên daran li bajêr bên çandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE