Di vê sir û seqemê de şaredariyan heywanên bêxwedî ji bîr nekirin. Şaredariya Wanê li seranserê bajêr xwarin û avê dide heywanan. Li Sîwêrêgê jî şaredarİyê ji bo pisik û kûçikan koxik danî parkan.
Li herêmê her der spî dike.
Ev dîmen xweş bin jî ji bo heywanên bêxwedî yên li derve zehmetiyeke mezin e.
Heywanên bêxwedî, di vê sir û seqemê de ne dikarin xwarinê peyda bikin ne jî cihekî germ.
Şaredariya Wanê ji bo ku heywan birçî nemînin li kuçe û kolanên nava bajêr û li çoltera li derketina bajêr xwarin û avê dide heywanan.
Personelên şaredariyê her roj dora 230 kîlo xureka taybet dide heywanan.
Şaredariya Sîwêrega Rihayê jî ji bo ku kuçik û pisik necemidin, li 40 parkan koxik bi cih kirin.
Di van rojên sar de divê welatî zêdetir xwedî li heywanan derkevin, wana birçî nehêlin.