Şaredariyê dengê wî bihîst û rê çêkir

Ji medyaya civakî bang kir, şaredariyê dengê wî bihîst û rêya wî çêkir.

Şaredariyê dengê wî bihîst û rê çêkir

Sabahattin Esen ji Derika Mardinê ye, 8 salî û astengdar e. Ji ber ku rê xirabe bû diya wî ew dida pişta xwe û wisa dibir mektebe. Sabahattin Esenê astengdar ji bo riya mektebê were çêkirin li ser medyaya civakî bang kiribû. Şaredariyê dengê wî bihîst û rê çêkir.

Sabahattin Esenê 8 salî ji Derika Mardinê ye û astengdar e. Ji ber ku her du lingên wî nagrin bi sandalyeya bi tekêr diçe mektebê.

Lê ji ber ku rê xirabe bû diya wî ew dida pişta xwe û wisa dibir dibistanê. Ji medyaya civakî ji bo riya dibistanê were çêkirin bangî rayedaran kir. Şaredariyê dengê wî bihîst û xebatkarên şaredariyê riya ku Sabahattin tê de diçe dibistanê çêkirin.

Sabahattin û hevalên wî ji bo ku rê hat çêkirin sipasî şaredariyê kirin.

Malbat dixwaze xêrxwazek ji kurê wan re erebeyeke bi akû temîn bike û Sebahattin rihettir biçe dibistanê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE