Şaredariya Adıyamanê  projeyeke mezin da destpêkirin

Li vê tesîsê ji çopan ceyran wê bê hilberandin

Şaredariya Adıyamanê  projeyeke mezin da destpêkirin

Li Bajarên mezin çopên ku li derveyî bajêr tên komkirin, bi salan e pirsgirêk in. him zirarê didin xwezayê him jî ji ber bêhnê welatiyên li derdorê aciz in. Şaredariya Adıyamanê  ji bo safîkirina vê meselê, projeyek mezin da destpêkirin. Rayedaran li tesîsa çopan derheqê projeyê da agahî dan.

Şaredariya Adıyamanê  projeyeke mezin da destpêkirin.

Bi salan e çopên bajêr li derveyî bajêr, li jora taxa Petrolê tê komkirin.

Lê him xweza qirêj dibe him jî şêniyê taxê ji bêhna ku tê gelek aciz dibin.

Şaredariya Adıyamanê  ji bo ku pirsgirêka çopan çareser bike tesîseke mezin ava kir.

Her roj 500 ton bermahî li vir tê komkirin.

Ji çopên ku ji nava bajêr tên berhevkirin, wê ceryan bê peydakirin.

Xebatên bi vî rengî him ji bo parastina xwezayê him jî ji bo ekonomiyê gelek muhîm in.

Çav li rê ne ev projeya Şaredariya Adıyamanê  , ji bajarên din re jî bibe mînak.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE