li herêmê kelecana kaşûnê heye. Şaredariya Westana Wanê ji bo kêfa xwendekarên bajêr bîne, li navenda kaşûnê ya abaliyê bernameyeke taybet li dar xist. li qamûşana qersê jî qerebalixa li navenda kaşûnê ya abaliyê zêde bû. welatiyên hatibûn navendê têra xwe kaş kirin.
Bi ketina berfê re li herêmê kelecana kaşûnê dest pê kir.
Şaredariya Westana Wanê ji bo xwendekarên ku karneyên xwe girtin, li Navenda Kaşûnê ya Abaliyê bernameya kaşûnê li dar xist.
Xwendekarên ku tevî malbatên xwe beşdarî bernameyê bûn, bi dilê xwe kaş kirin.
Li Qamûşana Qersê jî kelecana kaşûnê hebû.
Bi taybetî jî Navenda Kaşûna ya Cibiltepeyê bi kaşbaz û welatiyan tijî bû.
Mêvanên navendê, heta êvarê kaş kirin û têra xwe kêf kirin.