Şaredariya Midyadê li 40 astengdaran kursiyên biteker belav kirin. Bi diyariyan, him kesên ku kursî girtin him jî malbatên wan gelekî şa bûn.
Hin ji wan ji ber bêderfetiyê nekarîn werin diyariyên xwe jî bistînin..
Ji dêvla wan xizm û nasên wan kursiya wan a bitekêr wergirtin.
Ev der Midyada Mêrdînê ye.
Şaredariyê bi merasîmekê, li 40 astengdaran kursiyên bitekêr belav kirin.
Yên ku diyariyên xwe standin ji rêvebiran re dia kirin.
Bi saya diyariya şaredariyê, yên ku kursiyên biteker wergirtin wê him rihettir biçin cihekî him jî dê barê xizm û nasên wan siviktir bibe.