Şaredariya Midyatê li 500 zarokî bisîklet belav kirin

Ji bo siheta xwe li bisîkletê siwar bibin ...

Şaredariya Midyatê li 500 zarokî bisîklet belav kirin

Şaredariya Midyadê, ji bo bala zarok û civanan bikşîne ser sporê li ser hev çalakiyan li dar dixe. Şaredariyê ji bo teşwîqa sporê û micadeleya li dijî obezîteyê bi merasîmekê li zarokên gundan 500 bisîklet belav kirin.

Xebatên Şaredariya Midyada Mêrdînê dewam dikin.

Vê carê jî ji bo bala zarok û civanan bikşîne ser sporê çalakiyek kir.

Pêşî li gundên navçeyê malbat û zarokên hewcedar tespît kir û navên 500 zarokî hatin qeydkirin.

Paşê jî bi merasîmekê li wan zarokan 500 bisîklet belav kirin. Rayedarên bajêr û endamên saziyên sivîl jî beşdarî merasîmê bûn.

Şaredarê Midyatê Şehmus Nasiroğlu :“Em her tim ji zarokên xwe re dibêjin sporê bikin. Ji bo vê jî me bisîklet diyariyê wan kirin. Em ê înşelle ji bo gel jî bernameya meşê li dar bixin.”

Zarokên ku bisîkletên xwe standin, li navçeyê bi bisîkletên xwe geriyan.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE