Li Şirnexê, li ser navê 16 leşker, polîs û gundparêzên ku di wextên cuda de şehîd ketibûn pirtûkxane hat vekirin. ji bo vekirina pirtûkxaneyê merasîm hat kirin. di serî de walî û şaredar, gelek rayedar û rêvebirên bajêr li merasîmê hazir bûn.
Şirnexiyan şehîdên xwe ji bîr nekirin.
Li Şirnexê, li ser navê 16 leşker, polis û gundparêzên ku di wextên cuda de şehîd ketibûn, li Lîseya Teknîk û Meslekê ya Îbnî Sînayê pirtûkxaneyek hat vekirin.
Pirtûkxaneya ku ji aliye "Komeleya Ciwanî û Komeleya Jinên Pêşerojê Ronî dikin" hat avakirin, bi merasîmeke taybet hat vekirin.
Di serî de walî û şaredarê bajêr, gelek rayedar û rêvebirên bajêr ên sivîl û leşkerî jî li merasîmê hazir bûn.
Piştî merasîma vekirinê, mêvanên ku beşdarî bernameyê bûbûn, li pirtûkxaneyê geriyan û bi xwendekaran re axivîn.