Sektora bûkaniyan geş dibe

Bi sistkirina tevdîran re ciwan berê xwe didin bûkanîfiroşan...

Sektora bûkaniyan geş dibe

Ciwanên ku di qedexeyê de dawetê xwe taloq kiribûn bi sistkirina tevdîran re berê xwe dan bûkanîfiroşan. Bi vê serbestiyê re ciwan dawetên xwe çêdikin û sektora bûkaniyan jî geştir dibe.

Ji ber tevdîrên pandemiyê sektora bûkanîfiroşiyê jî gelekî qels bûbû.

Ji ber şewba koronayê gelek ciwanan dawetên xwe taloq kirin. Loma bûkanî jî nedihatin firotin.

Bi sistkirina tevdîran û rabûna qedexeya li ser dawetan ve êdî danûstandina bûkaniyan jî bêhtir dibe.

Vêga bûkanî baş tên firotin.

Ciwanên ku bi mehan e li benda serbestiyê bûn niha kêfxweş in ku dê bikaribin dawetên xwe çêkin.

Sektora bûkaniyan vê gavê hewl dide sparîşên mişteriyên xwe bigihînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE