Sembola ber û bereketê: Eşûre

Kondurê qise kir ji bo ku tahma eşûreyê xweştir bibe li ser agirê êzingan dipêjin û li gor kevneşopiyan jî genimê ku dê bixin nav eşûreyê 7 caran dişûn.

Sembola ber û bereketê: Eşûre

Eşûreya ku di meha miharemê da tê pehtin û belavkirin û sembola ber û bereketê ye di sîtilan da dikele.

Li gor baweriyê dema ku Hz. Nuh piştî tûfanê pê li axê kiriye bi melzemeyên dawîn ên di destê xwe da eşûreya ku dibêjinê aşar jî û sembola ber û bereketê çêkiriye.

Eşûre li Kirklareliyê di sîtilên ser agirê êzingan da dikele û li hin gundan jî bi zibare tê çêkirin.

Li gundê Ahlatliya li ser navçeya Kofçazê ya lê 25 mal hene û li sînorê Tirkiye-Bulxaristanê ye jin bi zibare ligel beytan eşûreyê dikelînin û paşê diayan dikin û belav dikin.  

"Diya min her dem digote min 'Tu qet nekarî çêkî di cezwê da çêke û bide çûkan lê dîsa çêke"

Ji niştecihên gund Naciye Kondurê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wekî her sal îsal jî bi cîranên xwe ra ji bo meha miharemê eşûre çêkirin û belav kirin.

Kondurê qal kir ku dema eşûreyê çêdike ji hêla menewî va xwe rehet hîs dike û wiha axivî: 

"Diya min her dem digote min 'Tu qet nekarî çêkî di cezwê da çêke û bide çûkan lê dîsa çêke.' Miharem ji ber ku mehekê bixêr be em her sal dikelînin. Em tu carî dev jê bernadin. Em ji bo xêrê ji bo rizaya Xwedê çêdikin. Xwedê jî ber û bereketê dide. Em çênekin jixwe nerehet dibin. Li malên ku eşûre dikele xêr û berket çêdibe."

Genim 7 caran dişon

Kondurê qise kir ji bo ku tahma eşûreyê xweştir bibe li ser agirê êzingan dipêjin û li gor kevneşopiyan jî genimê ku dê bixin nav eşûreyê 7 caran dişûn.

Kondurê got genim heta bibe wekî hevîr tê kelandin û wiha axivî: "Em hingiv dixine navê, ji ber ku ji 40 kulîlkan çêdibe em teqez hingiv dixine navê. Fistiq, mewîj, fasûî, nok, mişmiş, hêjîr em hemûyan dixin navê. Piştî ku ew keliyan em şekir jî dixin navê. Paşê ligel diayan eşûreyê li cîranan belav dikin."

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE