Zanîngeha Şirnexê îsal cara duyem sempozyuma tofana nuh û çiyayê cudiyê li dar dixe. Di çarçoveya sempozyumê de akademîsyenên zanîngehê çûn gundê heştanê û lêkolîn kirin. Tê gotin piştî tofanê nûh pêxember û eshabê wî li vî gundî bi cih bûne.
Sempozyuma Tofana Nuh Pêxamber û Çiyayê Cudiyê ev 2 sal in ji aliyê Zanîngeha Şirnexê ve tê lidarxistin.
Di çaroveya sempozyumê de 49 akademîsyen çûn gundê Heştanê û lêkolîn kirin. Di nav akademîsyenan de 10 heb ji derwelêt hatibûn.
Tê gotin piştî tofanê Nuh Pêxember û eshabê wî li gundê Heştanê bi cih bûne û şaristaniyek ava kirine.
Ji bo vê yekê misilman, xirîstiyan û yahudî gundê Heştanê û derdora wê wek pîroz qebûl dikin.
Bi saya van çalakiyan welatê Nûh Pêxember Şirnex tê nasandin û her sal gelek turîst tên bajêr û van cihan ziyaret dikin.