Navê yekê Leyla ye, ya din jî Melek e...
Leyla û Melek Gümüş 2 xwişk in. 7-8 sal in ku bavê wan nexweş e, li şûnê ew dişixulin. Keçên şareza xurek û tiştên din bar dikin, dibin li Batman, Mêrdîn û bajarên derdorê difroşin.
Beriya vê bi 7-8 salan, ji bo alîkariya bavê xwe bikin, hin caran dihatin dixebitîn. Lê piştî ku bavê wan nexweş ket, bi mecburî dest avêtin karê wî. Li nav Kercosê û li bajarên derdorê mal belav dikin.
Melek Gümüş dibêje: “Mişteriyên me ewilî, ecêb diman lêbelê pişt re hînî me bûn.”