Çêkirina zîn û kurtanan ku jê re tê gotin seracî, ji ber teknolojiyê hêdî hêdî têk diçe. Li Entabê, hosteyên seracê dibêjin ji ber ku nifşên nû bala xwe nadin karê bav û kalan, seracî ber bi jibîrkirinê ve diçe.
Ji ber teknolojiyê pîşeya seraciyê jî nikare li ber xwe bide û êdî tê jibîrkirin.
Li Entabê hêj karê seraciyê ber xwe dide .
Hoste di dikana xwe de zîn û kurtanan çêdikin.
Ji ber ku kes çiraxtiya seracîtiyê nake pêşeroja vî karî dikeve xetereyê.
Hosteyên seracê dibêjin ji bo berdewamiya seraciyê alîkarî lazim e û divê İŞKUR piştgiriyê bide.