Serdana Waliyê Batmanê ya li konbajarê êzidiyan

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin çû serdana penaberan

Serdana Waliyê Batmanê ya li konbajarê êzidiyan

Waliyê Batmanê Hulusi Şahîn, ji bo hal û xatirê wan bipirse çû cem êzdiyên di konbajêr de. Walî Şahin li wir bi penaberan re sohbet kir û diyarî dan zarokan.

Êzidiyên ku ji ber şerê DEAŞê ji Şengala reviyan û hatin Tirkiyê ev 3 sal in li Qubîna Batmanê, di konbajêr de ne.

Waliyê Batmanê Hulusî Şahîn jî ji bo hal û xatirê wan bipirse çu konbajarê Êzidiyan.

Walî Şahîn, li vir bi penaberan re sohbet kir û guh da pirsgirêk û daxwazên wan û got: “Tiştên gelek xirab bi serê wan de hatin. Niha li vir mêvanên me ne. Ji bo rehetiya wan çi ji destê me bê em ê bikin.”

Walî ji zarokan re jî diyarî birin.

Piştî serdana li konbajarê mihaciran Walî Hulusi Şahîn çû Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Weysikê.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE