Serfiraziya jina Bitlisî

5 hezar kes fêrî kar kir, 500 kes kir xwedî kar û bar.

Serfiraziya jina Bitlisî

Şazîme Hancıya ji Tatvana Bitlisê bi xîret û biryardarî di warê perwerde û kar de bi ser ket. Hanciya dayika 3 zarokan beşa destkariyê ya zanîngehê xwend û atolyeya xwe vekir. Him jinan fêrî kar dike him jî wan dike xwedî kar û bar.

Şazime Hancıya ji Tatvana Bitlisê dayika 3 zarokan e. Beriya zewaca xwe bi tenê dibistana pêşîn xwendiye. Lê cehd kiriye; dibistana navîn û lîse xwendiye. Dû re jî di zanîngeh de beşa destkariyê xwendiye.

Niha li atolyeya xwe jinan fêrî kar û bar dike. Heta niha perwerde daye 5 hezar kesî. Bi saya wê 500 kes jî bûne xwedî kar û bar.

Şazime Hancı di pêşbaziya seranserê Türkiyeyê de bû yekemîn.

Hancı li atolyeya xwe di 30 şaxên hunerê de perwerde dide.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE