Serkeftina 3 xuşk û birayên astengdar

Di 2 salan de kursa xwe qedandin û bûn hafizên Quranê.

Serkeftina 3 xuşk û birayên astengdar

Ji ber ku nabînin, bi guh û tiliyên xwe Qurana pîroz hifz kirin. Hibe, Nurxweda û Mistefa ku ji ber şerê li Sûriyê reviyan û hatin Entabê, bi piştgiriya dayika xwe û kursa ku diçinê di 2 salan de Qurana pîroz hifz kirin.

3 xuşk û birayên ku ji çavên xwe astengdar in, di 2 salan de Qurana Pîroz hifz kirin.

Hibe, Nûrxuda û Mistefayê Sûriyeyî ku niha li kampa li Entabê dijîn, bi alîkariya dayika xwe û kursa diçinê dest bi hafiziyê kirin.

“Em ji ber şerê navxweyî ji Sûriyê reviyan û hatin Tirkiyê. Bi teşwîqa dayika xwe li kampa ku em dimînin me dest bi kursa hafiziyê kir.”

Xuşk û birayên astengdar di 2 salan de kursa xwe qedandin û bûn hafizên Qurana Pîroz.

Ji ber ku em nabînin di serî de gelek zehmetî kişandine. Lê pişt re her tişt gelek rehet bûye.”

“Di 2017an de min dest bi hafiziyê kir. Ji ber ku çavên min nabînin min gelek zor û zehmetî kişandin. Lê şikir, herî dawî min Qur’ana Pîroz hifz kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE