Serkeftina jinekê

Bi krediya 700 lîreyî dest pê kir, niha atolyeya wê heye

Serkeftina jinekê

Mala Fatma Ertaşê li Qosera Mêrdînê yê. Wê di sala 2009an de bi mîkrokrediya 700 lîreyî dest bi kar kir. Niha atolyeya wê heye.

Her ku diçe jin zêdetir dibin xwedî kar…

Fatma Ertaşa Qoserî jî yek ji wan e.

Wê di sala 2009an de bi mîkrokrediya 700 lîreyî, li malê dest bi karê dirûnê kir.

Piştî demekê ji xwe re atolyeyek vekir.

Ew di atolyeya xwe de ji cihêz, cihên zarokan heya sicade û gelek tiştên din çêdike û difiroşe.

Muteşebîsa 35 salî niha dixwaze ji xwe re 15 makîneyan bikire û bi vî awayî karkeran bigre dikana xwe.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE