Navê wê İlknur Taşkan Tan e û ew hêj 25 salî ye.
Lê him li Qosera Mêrdînê him jî li welatên din mirov jê berheman siparîş dikin.
Îlknur beriya vê bi 10 salan li ber destê bavê xwe hînî nexş û dirûnê bû.
Îlknûr pêşî li ser kompîtirê nexşan xêz dike, paşê jî bi makîneyê didirû.
Bi taybetî motîfên herêmê yên wekî Şahmeran û Teyrê Tawis dineqişîne.
Ji ber xweşikbûna van berheman jî him ji nav welêt, him jî li derve xerîdar li vê hunerê dibin mişterî.
Îlknûr dibêje kewanî jî dikarin li mala xwe vî karî bikin.