Serkeftina xwendekarên lîseyê yên Adıyamanî

Xwendekarên lîseya pîşeyan ên Adıyamanî di heyama şewbê da 3,5 milyon lire cîro kir

Serkeftina xwendekarên lîseyê yên Adıyamanî

 Xwendekarên beşa Teknolojiya Kîmyayê ya Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya Adıyamanê alavên wekî dezenfektana dest û avahiyan, kolonya, sabûna rehn û ava kincan çêkirin û di nav 2 salan da 3 milyon û 488 lire cîro bi dest xistin.

Midûrê Dibistanê Mehmet Kuçuk diyar kir, tiştên ku xwendekar teoriya wê hîn dibin, ji bo pratîkê binesaziya wan heye.

Kuçuk diyar kir ku ev du sal in di binê banê dibistanê da ew dezenfektana avahiyan, kolonya, sabûna rehn û ava kincan çêdikin û wiha dewam kir, "Me par 200 hezar ton, di sala 2021ê da jî 120 hezar ton hilberîn kir. Me ev berên xwe firotin bajarên wekî Kahramanmaraş, Mêrdîn û Mêrsînê jî. Her wiha me da sazî û sazûmaniyên qamuyê yên bajêr jî."

Kuçuk daxuyand, ji hilberînan dahateke cidî hat bidestxistin û ew gihîştin 3 milyon û nîv lire cîroyê û wiha dewam kir:

"Ji hilberîna sala 2020î me milyonek û 843 hezar lire cîro bi dest xist. Me îsal jî milyonek û 645 hezar lire cîro bi dest xist. Li tesîsa me nêzî 50 xwendekarên me û 8 mamosteyên me dixebitin. Em dixwazin di sala nû da 2 milyon lire cîro bi dest bixin."

Ji xwendekaran Yahya Dost jî diyar kir ku ew li dibistanê hem perwerde dibin hem jî berên paqijiyê çêdikin û bi pereyê ku ew li vê derê qezenc dikin va alîkariyê didin debara mala xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE