Serpehatiya xwe dike fîlm

Mamosteyê xwendekarên xwe ji bîr nekirin û ji bo projeyekê dîsa vegeriya

Serpehatiya xwe dike fîlm

Mamoste Pinar Demîray 4 sal berê ji gundê silopiya şirnexê tayîn bû û çû Stenbolê. Lê mamosteyê têkiliya xwe bi xwendekarên re nebirî û ji bo porejeyeke cuda vegeriya Şirnexê. Niha mamoste Demîray serpehatiya xwe dike fîlm.

Ji Kurtika gundê Silopiyê tayîn bû û çû Stenbolê.

Lê ne xwendekarên xwe ji bîr kir ne ciyê wezîfeyê.

Di navbera Stenbol û Silopiyê de biratiya nameyan da destpêkirin û xwendekarên xwe ji bo gera Stenbolê bir.

Mamoste Pinar Demîray serpêhatiyên xwe yên herêmê û mamostetiyê wê bike fîlm.

Navê fîlma wê “Cesaret” e û bi armanca yekîtî û biratiyê wê bê amadekirin.

Mamoste Pinar Demiray : “Min bi şabûn pêşwazî kirin. Ez gelek kêfxweş bûm. Ez bawer dikim ev proje wê ji bo me û welatê me bi xêr be. Em ê serpêhatiyên xwe yên Şirnaxê, Sliopî û Cizîrê bikin fîlm.”

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2018, 15:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE