Sersaxiya ji bo Çevik

Aqilmendên herêmê xemgîniya xwe anîn zimên.

Sersaxiya ji bo Çevik

Navdarê Bitlisê, mamosteyê medreseyê Evdilkerîm Çevîk ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dabû. Aqilmendên herêmê di sersaxiya wî de xemgîniya xwe anîn zimên.

Evdilkerîm Çevîkê Norşînî…

Seranserê jiyana xwe bi ilm û îrfanê derbas kir…

Di zarokatiya xwe de ket medreseyê û li ber çokê alimên mezin ên herêmê xwend.

Îcazeta xwe li medreseya Tilloyê ji Seyda Burhanettin wergirt.

Ne bi tenê li Bitlisê li seranserê herêmê bû alimekî pêşketî û li ber destê wî gelek feqî gihaştin.

Kuştina wî di nav civakê de bû sedema xemgîniyê.

Aqilmend û aliman di sersaxiya wî de xemgîniya xwe anîn zimên.

Ji aliyê civakê ve gelek hatiye hezkirin.

Ji bo sulhê gelek xebat kiriye.

Evdilkerîm Çevîk heta îro sulha gelek malbatan kiribû û li herêmê bûbû wesîleya aştiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE