Qendîla Beraetê ya ku mizgîniya hatina meha Remezanê tê qebûlkirin wê îşev bê pîrozkirin.
Serê sê mehan di 2yê Sibatê da dest pê kir û 15ê Şebana ku meha duyemîn a sê mehan e jî şeva Qendîla Beraetê ye.
Tê gotin Hz. Mihemed der barê Qendîla Beratê da wiha gotiye: "Şeva 15emîn a meha şebanê bi îbadetê derbas bikin, rojê jî rojiyê bigrin. Lewra Xwedayê mezin vê şevê bi rehmeta xwe di esmanê dinyayê da tecellî dike û dibêje 'Kesî ku tobe dike tune gelo ez tobeya wî qebûl bikim. Kes tune ku riziq bixwaze ez rizqê wî bidim, Kes tune ku şifayê bixwaze ez şifaya wî bidim. Kes tune ku tiştekî bixwaze ez daxwaza wî bidim."
AA